Endeksa ciroyê ya ji tesîra salnameyê hatiye safîkirin ya sektorên pîşesazî, înşaet, bazirganî û xizmetê tevahî di meha nîsanê da li gor heman mehê ya par ji sedî 128,8 zêde bû.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên endeksa ciroyê ya meha nîsanê eşkere kir.
Li gor vê endeksa ciroyê ya meha nîsanê ya ji tesîra demsal û salnameyê hatiye safîkirin mehane ji sedî 6 zêde bû. Endeksa ciroyê ya ji tesîra salnameyê hatiye safîkirin ya sektorên pîşesazî, înşaet, bazirganî û xizmetê tevahî li gor heman mehê ya par ji sedî 128,8 zêde bû.
Endeksên pîşesazî û inşeatê
Endeksa cîroya pîşesaziyê ya ji salnameyê safîkirî di nîsanê da salane ji sedî 125,2 zêde bû. Endeksa ciroyê ya pîşesaziyê ya ji tesîra demsal û salnameyê hatiye safîkirin li gor mehek berê ji sedî 4,1 zêde bû.
Endeksa sektorên înşaetê ji salnameyê safîkirî di nîsanê da salane ji sedî 108,9 zêde bû. Endeksa ciroyê ya înşaetê ya ji tesîra demsal û salnameyê hatiye safîkirin li gor mehek berê ji sedî 8,2 zêde bû.
AA