Rapora enflasyonê hat eşkerekirin. Enflasyona salane bû ji sedî 16 bêhnok 65. Îndeksa bihayê xerîdariyê jî di tîrmehê de ji sedî 1 bêhnok 36 zêde bû.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyê, daneyên enflasyona Tîrmehê eşkere kirin.
Enflasyona salane bû ji sedî 16 bêhnok 65.
Îndeksa Bihayê Hilberînerên Navxweyî daket.
ÜFE’ya mehane ji sedî 0 bêhnok 99 daket û salane bû ji sedî 21 bêhnok 66.
Di Tîrmehê de herî zêde pêlav, cil û berg erzan bûn.
Herî zêde jî heqê çûnûhatinê zêde bû.