Enflasyon piştî 17 mehan kêm bû

Ji meha Hezîrana 2017an û vir ve cara ewil kêm bû

Enflasyon piştî 17 mehan kêm bû

Endeksa bihayê xêrîdaran di meha mijdarê de ji sedî 1,44 ket. Li gor salane bû ji sedî 21,62. Meha borî herî zêde bihayê pîvazan zêde bû. Tiştê ku herî zêde erzan bû jî porteqal e. Wezîrê Xezîne û Darayıyê Berat Albayrak da zanîn ku ev serkeftin encama têkoşîna li dijî enflasyonê ye.

Enflasyon ji reqamên ku dihatin texmînkirin zêdetir ket.

Dihat payîn ku enflasyon di meha mijdarê de 0,64 kêm bibe. Ev rêje bû 1,44.

TÜFE herî dawî di meha Hezîrana 2017an de 0,27 ketibû.

Li gor daneyên Saziya Istatîstîkê ya Tirkiyeyê enflasyon li gorî salane bû ji sedî 21,62an.

Li gor mehane herî zêde pêlav û cil û berg biha bûn. Ji aliyê erzaniyê ve jî herî zêde heqê çûnûhatinê erzan bû.

Di endeksa bihayên hilberînerên navwelêt de enflasyon di meha mijdarê de 2,53 ket.

Zêdebûna salane bû ji sedî 38,54.

Herî zêde pîvazên hişk, montê jinan, kartol û fasûlî biha bûn.

Yên herî zêde erzan bûne jî porteqal, gerên derwelêt, pincar, bacan,û lîmon in.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak li ser vê rewşê axivî û got ev yek di meha kanûnê de jî wê tesîra xwe nîşan bide.

Albayrak got: di vê pêvajoyê de bi saya polîtîkayên me yên maliye û pereyan ev daketin wê dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 03 Kanûn 2018, 13:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE