Endeksa Bihayê Serfkaran (TUFE) di meha tebaxê da ji sedî 0,86 zêde bû û Endeksa Bihayê Hilberîneran a Navwelêt (YÎ-UFE) jî ji sedî 0,59 daket.
Enflasyona salane ji bo bihayên serfkaran bû ji sedî 15,01 û ji bo hilberînen nav welêt jî bû ji sedî 13,45.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstikan a Tirkiyeyê (TUÎK) ji meha tebaxê pê va kêm zêde ya 12 mehan dema tê mêzekirin bihayê serfkaran ji sedî 19,62 û bihayê hilberîneran a nav welêt jî ji sedî 30,51 zêde bû.
Li gor meha berfanbara sala borî bihayên serfkaran ji sedî 7,35 û bihayê hilberîneran a navwelêt jî ji sedî 6,39 zêde bû.
TUFE di meha tebaxê da li gor meha temûzê ji sedî 0,86 û li gor heman meha par jî ji sedî 15,01 zêde bû.
YÎ-UFE jî di meha tebaxê da li gor meha temûzê ji sedî 0,59 daket û li gor meha tebaxa par jî ji sedî 13,45 zêde bû.
AA