Enflasyona çileyê hat eşkerekirin

TÜFE ji sedî 1,35 zêde bû, enflasyona salane bû ji sedî 12,15

Enflasyona çileyê hat eşkerekirin

Daneyên ewil ên enlafyona îsal hatin eşkerekirin. Bi vê yekê re enflasyona salane bû 12 bêhnok 15.

Li gorî daneyên Saziya Îstatistîkê ya Türkiyê TÜFEya meha Çileyê li gorî meha beriya xwe ji sedî 1 bêhnok 35 rabû.

Li gorî heman meha par jî enflasyon bû ji sedî 12 bêhnok 15.

Endeksa bihayên xerîdarên navwelêt jî di meha borî de ji sedî 1 bêhnok 84 zêde bû. Li gorî salê jî wekî 8 bêhnok 84 hat eşkerekirin.

Di meha Çileyê de herî zêde balincan giran bû.

Her wiha bihayê sorik, mandalîna û xîyaran rabû.

Herî zêde fiyeta fanoriyên zarokan daket.

Dîsa qutik û cilên jinan jî erzan bûn.

TÜİKê lîsteya berhemên ku enflasyon li gorî wan tê hisabkirin, guhert.

Di lîsteya enflasyona 2020an de para xurekan bû ji sedî 22 bêhnok 77.

Becemeyên zarokan û davlumbaz jî ketin nav wan tiştan.

Aspîrator û wênekêş jê hatin derxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE