Mobîlyayên ku li Navenda Karxaneyên Biçûk û Navendî (KOBI) tên çêkirin îxracî Gurcistan û Nexçivanê dikin.
Navenda KOBIyê ji bo alîkariya esnafên li bajêr par di meha berfanbarê dest bi fealiyetê kir.
Li navenda ku li ser 400 metrekare erdî hatibû çêkirin 16 dikan û atolye cî digirin.
Li atolyeyan ji asansor, pêlav, baza, mobîlya, deriyan bigire heta sacan gelek cureyên cuda da tişt tên çêkirin.
Berhemên li navendê tên çêkirin qismekî wan îxracî Gurcistan û Nexçivanê dikin.
Ji esnafan Nurettîn Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hebûna vê navendê ji bo esnafên Agiriyê gelekî baş e û wiha axivî:
"Mala Walîtî û rayedarên me ava be. Êdî ciyekî me heye. Bi xêra navendê em hê zêdetir tiştan çêdikin û zûtir digihînin mişteriyan. Ji sala 2013an vir va em li vir in. Em tiştên çêdikin piranî dişînîne Îdir, Wan, Diyarbekir û Qersê. Ji bilî vê em mobilyayên xwe jî îxracî Gurcistan û Nexçivanê dikin."AA