Fabrîkaya tekstîlê ya Güroymakê

Cil û bergên ku tên çêkirin îxracî 75 welatan dibin.

Fabrîkaya tekstîlê ya Güroymakê

Li Norşîna Bilîsê, fabrîkaya tekstîlê ku bi piştgiriya şaredariyê hat vekirin, ji bo îstıxdam û aboriya bajêr xebatên girîng dike. Cıl û bergên ku lı fabrîkayê tên dırûn, îxracî 75 welatan dıbın.

Li Norşînê, bi piştgriya Şaredarî û Qeymeqamiyê fabrîkaya tekstîlê hat vekirin. Fabrîka bi kar û xebatên xwe gelek balê dikişine.

Di fabrîkayê de ji bo markayeke navneteweyî, cil û bergên sporê tên çêkirin.

Cil û bergên li vir tên dirûtin jî li 75 welatan tên firotin.

Qeqymeqam û Şaredarê bajêr Ufuk Özen Alibeyoğlu dibêje: “Bi saya vê fabrîkayê him îstixdam zêde bû, him jî aboriya bajêr xurt bû.”

Alibeyoğlu wiha dewam kir: “ Wexta me dest bi kar kir, me dît ku pirsgirêka me ya herî girîng îstixdam e. Di vê çarçoveyê de ji sedî sed bi piştgiriya qeymeqamiyê, me fabrîkayeke tekstîlê vekir. Niha li vir 270 meriv dişixule. Ev jî ji bo bajarê me gelekî girîng e.”

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE