Fabrîkaya xwe ya Enqereyê anî Diyarbakirê

Jantên ku di fabrîkayê de tên çêkirin îxracê 15 dewletan dibin.

Fabrîkaya xwe ya Enqereyê anî Diyarbakirê

Karsazê Kurd Beşîr Doğan 40 sal berê li paytext Enqereyê tesîseke jantên erebeyan vekir. Piştî aramî û ewlehî hat herêmê karsazî febrîqeya xwe anî Amedê. Vê teşebusa girîng aboriya herêmê baş kir. Lewra jantên ku êdî li Diyarbekirê tên çêkirin îxracê 15 dewletan dibin.

Aramî, ewlehiya herêmê û teşwîqên dewletê ji bo veberhênanan cisaretê dide karsazan.

Hinek karsaz êdî febrîqeyên xwe dikşînin herêmê. Karsaz Beşîr Dogan jî ji wan yek e.

Beşîr dogan tesîsa xwe ya jantên makineyên kar 40 sal berê li Enqereyê xist faaliyetê.

Di sala 2014’an de fabrîkaya xwe anî cî û warê bav û qalê xwe û tesîs teslîmî kurê xwe kir.

Di febrîqayê de salê 50 hezar jantên wesaidên mezin tên çêkirin.

Febrîka ji bo pêşketina aboriya herêmê û îxracata Tirkiyeyê cihek girîng digir e.

Jantên ku ji destê hostayên Amedê derdikevin belavî giştiyê Tirkiyê û dinyayê dibin.

Serokê Herêma Pîşesaziya Organîzeyê Azîz Odabaşı got em ê girîngiyê bidin îxracatê. Odabaşi destnîşan kir ku di navbera mehên Çile û Hezîranê de 94 milyon dolar îxracat hatiye kirin.

Odabaşı got: “ Hedefa me em dixwazin îracata Diyarbekirê derxin 300 milyon dolarî. Ji ber vê yekê; me Li Iraq, Katar, Efrîqaya Başûr û Rusyayê navend vekirin. Em ê tiştên ku li Diyarbekirê tên hilberîn îxraç bikin.”

Dîroka nûkirinê: 17 Cotmeh 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE