Fabrîqeya herî mezin a berçavkan hat avakirin

Berçavkên ku li Diyarbekirê tên çêkirin cihanê ronî dikin.

Fabrîqeya herî mezin a berçavkan hat avakirin

Berçavk ji xeynî tenduristiyê wek aksesuarekê ji bo modayê jî tê bikaranîn. Ji bo rê li ber îthalatê were girtin li Diyarbekirê fabrîqeya herî mezin berçavkan hat avakirin. Li fabrîqê salê milyonek û 600 hezar berçavkên plastîk û metal tên çêkirin. Berçavkên xwemalî çavê mirovên cihanê ronî dikin.

Ji ber têlefon, tablet û kompîtirê nexweşiyên çavan her ku diçe zêde dibin.

Ev rewşa neyînî bi xwe re sektora berçavkan geş dike.

Bi teşwîq û piştgiriya dewletê li Diyarbekirê fabrîqeya herî mezin a berçavkan hat avakirin.

Karsaz Bülent Yazıcıoğlu got, “Serokomarê me ji bo pêşketin û pîşesaziyê bangî karsazan kiribû. Me jî li ser vê bangê kargeha xwe li Diyarbekirê ava kir. Lewra li vî bajarî pirsgirêka ewlehiyê nine.”

Bi keda destê Diyarbekiriyan berçavkên plastîk û metal tên çêkirin digihêjin ber destê mişteriyan.

Yazıcıoğlu got, “Em ji xeynî bazara navxweyî berçavkên xwe îxracê 20 welatan jî dikin. Di êşerojê de em ê hilberîna xwe 2 qat zêde bikin û salê 3 milyon berçavkan çêkin.”

Di fabrîqeyê de piraniya wan jin 120 kes tên îstihdamkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE