Li Wanê fûara zewacê tê lidarxistin. Di fûarê de ji cil û bergan heta mobîlyayan ji bo bûk û zavayan her tişt heye.
Cil û berg… Maseya bûk û zava… Mobîlyayên malan… Xelatên eqrebayan…
Di vê fûarê de ji bo bûk û zavayan çi hewce be heye.
Li Wanê fûara zewacê hat vekirin. Fûar li navenda Kongreyê ya Van Expoyê ye. Di fûarê de ji bo kesên wê bi zewicin çi lazim be, qalîte bi qalîte heye.
Gelek fîrma tev li fûarê dibin.
Fûar dê heta 20’ê adarê dewam bike.