Faîza ji bo esnafan daket

Rêjeya faîza krediya ku tê dayîn esnaf û sinatkaran %50 daket

Faîza ji bo esnafan daket

Rêjeya faîza ku tê dayîn esnaf û kobiyan hat daxistin. Biryara li ser mijarê piştî îmzeya Serok Recep Tayyip Erdoğan di rojnameya fermî de hat weşandin. Halkbankê ji bo esnafan ji sedî 50 daxistin kir.

Halkbankê di krediyên ji bo esnaf û sinatkaran de daxistin kir. Biryara daxistinê bi îmzeya Serok Recep Tayyip Erdoğan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gorî biryarê, rêjeya faîza krediya ku Halkbank dide esnaf û sinatkaran ji sedî 50 daket.

Kesên ku bi kefaleta Kooperatîfa Esnaf û Sinatkaran kredî kişandine û hêj krediya wan dewam dike jî dikarin ji vê daxistinê îstifade bikin.

Halkbankê, ji bo Esnaf û Kobiyên ku dixwazin krediyê bikişînin rêjeya faîzê ji sedî 50 daxist.

Yên ku berê kredî kişandine jî dikarin ji vê daxistinê îstifade bikin.

Ji bo hin esnaf û sinatkaran jî rêjeya faîzê ji sedî sed daket.

Bi taybetî jî meslekên ku hindik maye bêne jibîrkirin dikarin ji vê daxistinê îstifade bikin

Miteşebbîsên ku di çarçoveya KOSGEB û Perwerdeya Meslekî de serî li krediyê didin jî dikarin ji daxistina sedî sed îstifade bikin.

Her wiha ji bo esnafên ku dixwazin makîna û malzemeyan bigirin jî rêjeya faîza krediya heya 30 hezar lîreyî ji sedî sed hat daxistin.

Yên deynê xwe taloq kirine û krediya xwe ya berê ji nû ve hesap kirine nikarin ji vê îmkanê îstifade bikin.

Her wiha esnafên ku di van 5 salîen dawî de hîbe girtibin jî nikarin ji vê îstifade bikin.

Biryara daxistina faîzê wê di 1ê Çileya 2020an de bikeve rewacê

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE