Faîza kartên krediyê daket

Rêjeya faîza mehane ji sedî 2an daket ji sedî 1 û 60î

Faîza kartên krediyê daket

Faîzên kartên krediyê kêm bûn. ji bo karên bi pereyê tirkî rêjeya faîza mehane ji sedî 2an daket ji sedî yek bêhnok 60an.

Bankeya Navendî biryar da ku rêjaya faîzên kartên krediyê dakeve. Biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Ji bo karên bi pereyên biyanî rêjeya faîza mehane wekî ji sedî yek bêhnok û 28 hat diyarkirin.

Rêjeya faîza mehane ya derengmayînê jî hat daxistin.

Ji bo karên bi pereyê Tirkî rêjeya faîzê bû ji sedî yek bêhnok 60, ji bo karên bi pereyên biyanî rêjeya faîzê bû ji sedî yek bêhnok 68.

Ev biryara daxistina faîzê ya Bankeya Navendî wê di 1ê Cotmehê de bikeve meriyetê.

Dîroka nûkirinê: 28 îlon 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE