Ferqa meaşê karmendên teqawidbûyî wê were dayîn

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê destnîşan kir ku ferqa miaşên memûrên teqawidbûyî wê 25ê tîrmehê roja pêncşemê bê dayîn

Ferqa meaşê karmendên teqawidbûyî wê were dayîn

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê destnîşan kir ku ferqa miaşên memûrên teqawidbûyî wê 25ê tîrmehê roja pêncşemê bê dayîn.

Wezîr Selçukê daxuyaniya nivîskî da û got ku di çarçoveya Sandoqa Teqawidbûyiyan da 2,3 milyon kesên ku mehaniya teqawidî, seqet, seqetê wezîfeyê, bî an jî êtîmiyê distînin, bi tevahî nêzî 500 milyon lire ferqa meaşê wan wê were razandin.

Selçukê diyar kir ku ferqa meaşê wan wê di 25ê tîrmehê da li banke û şaxên PTTyê were razandin û wiha dewam kir, "Di çarçoveya SSKyê da mehaniya kesên ku dahat û mehaneyê distînin wê heta 26ê tîrmehê, kesên ku di çarçoveya Bag-Kurê da dahat û mehaneyê distînin jî roja razandina perê wan di navbera 25 û 28ê tîrmehê da bi awayê zemkirî were razandin."

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Tîrmeh 2019, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE