Di meha cotmehê de firotina xaniyan li gor heman meha sala par ji sedî 19 bêhnok û 2 zêde bû. avahiyên ku hatine frotin biyaniyan jî ji sedî 134 bêhnok 4 zêde bû.
Li gor daneyên saziya statîstîkê, di meha cotmehê de 146 hezar û 536 xanî hatin firotin.
Li gor daneyan para herî mezin a firotinan, Stenbolê wergirt û di vê mehê de 27 hezar û 156 xanî hatin firotin.
Paşê jî li Enqere û Îzmîrê herî zêde xanî hatin firotin.
Bajarên ku firotin lê kêm in Colemêrg, Erdexan û Bayburt in.
Meha çûyî frotina xaniyên îpotekkirî kêm bû û cara ewil 75 hezar xanî hatin frotin.
Firotina xaniyan a ji bo biyaniyan jî li gor sala par ji sedî 134 bêhnok û 4 zêde bû.
Biyaniyan li tevahiya welêt 6 hezar û 276 xanî kirîn.
Bajarên ku herî zêde biyanî bala xwe didinê jî Stenbol û Antalya ne.