Fitch Ratingsê notê krediyê ya Tirkiyeyê teyîd kir

Fitch Ratingsa saziya nirxandina krediyê ya navneteweyî notê krediyê ya Tirkiyeyê di asta "BB"yê da wekî "negatîf" teyîd kir

Fitch Ratingsê notê krediyê ya Tirkiyeyê teyîd kir

Fitch Ratingsa saziya nirxandina krediyê ya navneteweyî notê krediyê ya Tirkiyeyê di asta "BB"yê da wekî "negatîf" teyîd kir.

Di daxuyaniya Fitch Ratingsê da hat diyarkirin ku notê krediyê ya Tirkiyeyê di asta "BB"yê da wekî "negatîf" xwe mihefeze kir.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di mehên borî da lireyê Tirkiyeyê qîmet dabû der û nika ji mezinbûna ku hêdî bû jî ew ê disiplîna malî ya demeke dirêj e tê parastin têxe zorê.

Di metnê da hat ragihandin ku enflasyona li Tirkiyeyê li gor welatên notê wan di asta "BB"yê da ne zêde ye, nîşanên sazîbûnê jî li gor heman welatan zehf bi quwet e.

Di daxuyaniyê da hat gotin, "nêrîna negatîf rîskên piralî yên hevsenga aboriyê, şert û mercên fînansa kurewî, rîskên neteweyî û jeopolîtîk nîşan dide."

Fitch Ratingsê di di 13ê tîrmehê da notê krediyê ya Tirkiyeyê ji "BB+"yê daxistibû asta "BB"yê û ji bo nêrîna not jî gotibû "negatîf".

Dîroka nûkirinê: 16 Kanûn 2018, 18:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE