Li Çirmika Meletiyê firotina gilyasan dest pê kir. Kîloya gilyasên ku bi tam û lezeta xwe navdar in, li ser dezgehan di navbera 8 û 10 lîreyan de tên firotin.
Çirmika Meletiyê bi gilyasên xwe gelek meşhûr e.
Gilyasên ku li vê herêmê digihên, bi tam û lezeta xwe li gelek welatên cîhanê jî bi nav û deng e.
Her sal van çaxan li herêmê wexta komkirina gilyasan dest pê dike.
Kîloya gilyasên Çirmikê li ser dezgehan di navbera 8 û 10 lîreyan de tê firotin.
Hilberîner dibêjin; Xwedê îsal bereket daye, lê bihayê wan daketiye.