Hejmara dewaran bû 18 milyon, ya pez û bizinan jî bû 57,5 milyon

Hejmara dewaran bû 18 milyon, ya pez û bizinan jî bû 57,5 milyon

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê reqamên der barê hejmara heywanan û hilberîna berên heywanan ên sala 2021ê da weşand.

Li gor vê, di sala 2021ê da hejmara dewaran li gor salek berê ji sedî 0,7 kêm bû û daket 18 milyon û 36 hezarî, hejmara gamêşan ji sedî 3,6 kêm bû daket 185 hezar û 574 hezarî.

Hejmara pez ji sedî 7,2 zêde bû derket 45 milyon û 178 hezarî, hejmara bizinan jî ji sedî 3 zêde bû derket 12 milyon û 342 hezarî.

- Hirî, mû, kej zêde bû

Di sala 2021ê da rêjeya hiriyê ji sedî 7,7 zêde bû gihîşt 85 hezar û 916 tonî.

Rêjeya mû ji sedî 4,7 zêde bû gihîşt 6 hezar 700 tonî.

Rêjeya keja bizinan ji sedî 1,1 zêde bû gihîşt 468 tonan.

Hingiv ji sedî 7,4 kêm bû û daket 96 hezar û 344 tonî.

Hejmara gundên kurmên hevrîşimê xwedî dikin li gor salek berê di 2021ê da ji sedî 0,5 zêde bû û derket 665an, hejmara malbatên vî karî dikin jî ji sedî 2,8 zêde bû û derket 2 hezar û 21ê.

Hejmara qutiyên toximê yên hatine vekirin li gor sala 2020î ji sedî 4,4 zêde bû û derket 6 hezar û 29an.

Hejmara mirîşk û yên din ji sedî 3,1 zêde bû û derket 398 milyon û 115 hezarî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE