Hejmara turîstên îsal hatin Diyarbekirê zêde bûn

Hejmara turîstên ku îsal hatin Diyarbekirê li gor par ji sedî 58 zêde bûn.

Hejmara turîstên îsal hatin Diyarbekirê zêde bûn

Diyarbekir ji ber ku di dîrokê da ji gelek şaristanan ra mazûwanî kiriyê û sûrên xwe yên dîrokî di Lîsteya Mîrata Çandê ya Dinyayê ya UNESCOyê da cih digre.

Ev bajarê qedîm bi Mizgefta Mezin, tirbe û meqamên pêxemberan, Keleya Hundirîn, gelek cih û warên dîrokî va bala mirovan dikşîne.

Bajêr ji ber ewlehiyê demekê di bin siyê da ma, lê piştî rewşeke aram turîstên herêmî û biyanî dîsa berê xwe dan Diyarbekirê.

Li gor daneyên Midûriya Çand û Turîzmê ya Bajêr par di nav 10 mehan da 219 hezar û 140 kesî bajêr ziyaret kir. Îsal di heman heyamê da 346 hezar û 963 kes hatin bajêr û hejmara ziyaretvanan li gor par ji sedî 58 zêde bû.

- "Em heyranî Diyarbekirê bûn"

Betul Akina ku ji Denîzliyê hatiye Diyarbekirê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew cara ewil e hatiye bajêr û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Akinê got ew li bajêr gelek cihan geriyaye û wiha axivî: "Ez çûm Mizgefta Mezin, Mizgefta Hz. Silêman, Îçkaleyê. Pir xweş e, divê bê dîtin. Ez pêşniyarî her kesî dikim ku bila bên vir."

Mustafa Turkdoganê ji Kutahyayê hatiye jî got wî bi malbata xwe ra li Xana Hesen Paşa taştê xwariye.

Turkdogan got Diyarbekir bajerekî pir xweş e û ewê careke din bên û bigerin.

Kader Karataşê jî got ew 5 sal berê jî ji Stenbolê hatiye bajêr û anî ziman ku bajêr pir guheriye.

Karataşê wiha dewam kir: "Em heyranî Diyarbekirê bûn. Ez pêşniyarî her kesî dikim bila bên vir. Em bi bîranînên xweş ên ku emê qet jibîr nekin va vedigerin. "

Esnaf Kadrî Onalanê ku li Sûrê xwedî kargehekê ye jî got li gor par hejmara turîstan zêde bûye, piştî ku rewşeke aram çêbûye dîsa bajêr zindî bûye.

- "Me heyameke pir xweş derbas kir"

Midûra Giştî ya Otela Hîltonê ya Diyarbekirê Selda Çîçek Veskeyê jî got îsal ji hêla turîzmê va bajêr gelekî baş bûye û wiha axivî: "Qasî ji sedî 60 zêdebûn çêbû. Him turîstên herêmî û him jî yên biyanî berê xwe dan bajêr. Ev me pir kêfxweş dike. Ji çar aliyên Tirkiyeyê turîst hatin û me mazuwaniya wan kir. Me heyameke pir xweş derbas kir."

- "Bi hezaran mêvanên me ref bi ref tên"

Abdulazîz Yatkinê Endamê Lijneya Rêvebiriya Acentayên Seyahatê ya Tirkiyeyê (TURSAB) jî ji ber zêdebûna hejmara turîstan kêfxweşiya xwe anî ziman.

Yatkin wiha got: "Ji hundirê Tirkiyeyê û dervayî welêt bi hezaran mêvanên me ref bi ref tên ku li van deran bigerin. Ev jî ji bajêr û welatiyên li wir ra dibe moral."

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Mijdar 2018, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE