''Heke di bihayê da îstiqrar çênebe mezinbûna mayînde ne mimkûn e"

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan: ''Heke di bihayê da îstiqrar çênebe mezinbûna mayînde ne mimkûn e"

''Heke di bihayê da îstiqrar çênebe mezinbûna mayînde ne mimkûn e"

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan der barê reqamên enflasyona meha rêbendanê da got: "Ew reqamên hatin eşkerekirin nîşan didin ku em ji wê hedefa xwe ya dixwazin enflasyon bê wê astê gelekî dûr in. Em ji bo ku bigihêjin hedefa xwe bi tu awayî ji wan tevdîrên xwe yên hildane paşve nayên xwarê."

Wezîr Elvan ji ser hesabê xwe yê Twitterê der barê reqamên enflasona meha rêbendanê ku TUÎKê eşkere kir da avivî.

Elvan destnîşan kir ku ew reqamên hatin eşkerekirin bu tu awayê bi kêrî esnafan bê û wiha domand: "Em ê ji bo ku bigihêjin wê hedefa xwe ya enflasyonê ya me daniye pêş xwe hewl bidin û tu carî paşve gav neavêjin. Em ê bi hewla ku li ser şêwra hemû aliyan disekine tevbigerin. Heke di bihayê da îstiqrar çênebe mezinbûna mayînde ne mimkûn e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE