Hevsengiya carî zêde derket

Di meha Tîrmehê de hevsengî milyarek û 158 milyon dolar zêde bû.

Hevsengiya carî zêde derket

Tirkiyê di karûbarên carî yên 12 mehan de rekor şikand. di meha tîrmehê de hesabê karûbarên carî milyarek û 158 milyon dolar zêde derket. zêdehiya 12 mehan a cariyê bû 4 milyar û 445 milyon dolar.

Banka Navendî daneyên hevsengiyê yên meha Tîrmehê eşkere kirin.

Hesabê karûbarên carî ku li gorî Tîrmeha par 2 milyar û 178 milyon dolar kêmasî derket, di Tîrmeha îsal de milyarek û 158 milyon dolar zêde bû.

Di encama vê de zêdehiya carî ya di 12 mehan de bû 4 milyar û 445 milyon dolar.

Piştî vê geşedanê, kêmasiya bazirganiya derve li gorî heman meha par 2 milyar û 421 milyon dolar kêm bû.

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2019, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE