Hezar û 500 kes wê îstihdam bibin

Heyva Sor a Tirkiyê wê Fabrîqeya Pergalên Bobelat û Stara Mirovan ava bike

Hezar û 500 kes wê îstihdam bibin

Heyva Sor a Tirkiyê biryar da ku li Malatyayê li şûna fabrîqeya berê ya vagonan, fabrîqeya pergalên bobelat û stara mirovan ava bike. Hat eşkerekirin ku wê heyva sor ji bo avakirina fabrîqeyê nêzî 100 milyon lîre xerc bike.

Him fabrîqeya berê ya vagonan, him jî erda ber wê, ev çend sal in vala bûn. Heyva Sor a Tirkiyê jî ji bo veberhênaneke mezin a li Malatyayê biryar da.

Komele wê li şûna fabrîqeya berê ya vagonan, Fabrîqeya Pergalên Bobelat û Stara Mirovan ava bike.

Endamê Lijneya Navenda Giştî ya Heyva Sor Umut Yalçın got, “Heyva Sor, bi xebata xwe ya li vê derê dixwaze tevkariyê bide aboriya Tirkiyê. Me bi lez dest bi xebatê kir. Me di nêzî 2 mehan de rewşa înşaetê anî asta niha. Em dixwazin îsal xebatên înşaetê temam bikin.”

Hat eşkerekirin ku wê Heyva Sor ji bo fabrîqeyê nêzî 100 milyon lîre xerc bike.

Di fabrîqeyê de wê hezar û 500 kes bixebitin û piştî temam bibe jî wê her sal tevkariyeke mezin bibûde ekonomiya Tirkiyê.

Li gorî planan wê fabrîqe di çileya sala 2021an de were vekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE