Hilberîna makîneyên çandiniyê

Li gorî sparîşan makîneyan difroşin bajarên din û derwelêt.

Hilberîna makîneyên çandiniyê

Ji dewletê kredî standin û li Milazgîra Mûşê fabrîkaya makîneyên çandiniyê vekirin.

Ev fabrîka 30 sal in dixebite û di fabrîkayê de gelek kes dixebitin.

Makîneyên ku hatine çêkirin him tên şandin bajarên din, him jî îxracî derwelêt dibin.

Ji dewletê hîbe standin, fabrîkayek ava kirin û dest bi çêkirina makîneyên çandiniyê kirin.

Di fabrîkayê de jî ciwanên navçeyê dixebitin û debara mala xwe dikin.

Ev 30 sal in li navçeya Milazgîra Mûşê makîneyan çêdikin û difroşin.

Makîneyan difroşin bajarên wek Wan, Agirî, Colemerg, Riha, Batman, Şirnex û Semsûrê.

Her wiha li gorî sparîşan makine tên şandin welatên wek Îtalya, Gurcistan, Ermenistan, Azerbaycan, Sûriye, Îran û Iraqê.

Bi saya vê fabrîkayê him aboriya bajêr pêş ve diçe him jî gelek ciwan li vir dixebitin û pere qezenc dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE