Endeksa hilberîna sanayiyê di sibatê da li gor heman meha par ji sedî 7,5 zêde bû.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên endeksa hilberîna sanayiyê ya meha sibatê eşkere kir.
Li gor vê hilberîna sanayiyê ya neplankirî di sibatê da li gor heman meha 2019an ji sedî 7,5, endeksa hilberîna sanayiyê ya plankirî jî ji sedî 10,5 zêde bû.
Di sibatê da endeksa sektora madenkarî û kana kevir li gor heman meha 2019an ji sedî 1,7, endeksa sektora sanayiya îmalatê ji sedî 8 û endeksa sektora hilberîn û belakirina ceyran, xaz, hilm û gulmê ji sedî 4,4 zêde bû.
AA