Endeksa hilberîna sanayiyê di adarê da mehane ji sedî 1,8 kêm bû, salane ji sedî 9,6 zêde bû.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên endeksa hilberîna sanayiyê ya meha adarê eşkere kir.
Li gor vê di adarê da hilberîna sanayiyê ya neplankirî li gor heman meha par ji sedî 9,6 zêde bû. Di endeksa hilberîna sanayiyê ya plankirî da jî salane ji sedî 9,5 zêde bû.
Dema meriv bala xwe dide sektorên sanayiyê di adarê da endeksa sektora madenkarî û ocaxkariya kevir li gor heman meha par ji sedî 2,9, endeksa sektora sanayiya îmalatê ji sedî 10,6 û endeksa sektora hilberîn û belakirina ceyran, xaz, bihar û konfora germ û sermayê ji sedî 1,9 zêde bû.
AA