Hilberînên welatiyên astengdar

Bi piştgiriya zanîngehê 20 welatî li vê navendê kar û bar dikin.

Hilberînên welatiyên astengdar

Zanîngeha îbrahîm Çeçen a Ağrıyê ji bo welatiyên astengdar qada xebatê saz kir. 20 ciwan li vê derê her roj hilberîna qedehên kaxiz, desmala bi kolonya û peçete pêk tînin.

Makîne dixebitin...Qedehên kaxiz, desmala bi kolonya û peçete tên çêkirin.

Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Ağrıyê ligel Ajansa Pêşketinê ya Serhedê ji bo welatiyên astengdar derfeta kar û bar pêşkeş kir.

Li navenda ku zanîngehê vekiriye 20 welatî her roj hilberîna qedehên kaxiz, desmala bi kolonya û peçete pêk tînin.

Welatiyên astengdar bi vî karî pere qezenc dikin.

Bi saya vê yekê ciwan bi hêsanî tev li refên civakê dibin.

Vê gavê li vir 20 ciwan dixebitin, zanîngeh dixwaze ku hejmarê zêde bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE