Hûrgiliyên Pakêta Krediya Nefesê ku Serok Erdogan diyar kiribû eşkere bûn

Hûrgiliyên Pakêta Krediya Nefesê ku Serok Erdogan diyar kiribû eşkere bûn

Wezareta Xezîne û Darayiyê hûrgiliyên Pakêta Krediya Nefesê ku Serok Recep Tayyîp Erdogan diyar kiribû eşkere kir.

Di daxuyaniya Wezareta Xezîne û Darayiyê hat diyar kirin ji bona alîkariya fînansê bidin KOBÎyan bi beşdariya 10 bankeyên kamuyê wê di 1ê Hezîranê da 'Krediya Nefesê ya 2021ê' dest pê bike.

Hat diyarkirin bi Pakêta Krediya Nefesê kesên endamên borse û odeyan in û cîroya wan ya salane di bin 10 milyon lireyî da bin û cîroya wan ya 2020î li gorî sala 2019an ji sedî 25 kêm bûbe wê desteka fînansê hildin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin bi Krediya Nefesê KOBÎyên ku cîroya wan ya 2020î ji milyonek lireyî derbas nebe wê herî zêde 50 hezar lire, KOBÎyên ku cîroya wan di navbera 1-10 milyon lireyî da be jî herî zêde 200 hezar lire kredî biemilînin.

Hat diyarkirin di Krediya Nefesê ya 2021ê da dezgehên ticarî wê 6 meh krediyên xwe nedin û peyra kerdiyên xwe di 12 mehan da bidin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE