Ji Bankayên kamuyê çar pakêtên krediyê yên nû

Bankayên kamuyê ji bo ku rewş normal bibe û jiyana civakî zindî bibe çar pakêtên krediyê yên nû dixin rewacê

Ji Bankayên kamuyê çar pakêtên krediyê yên nû

Bankayên kamuyê ji bo ku rewş normal bibe û jiyana civakî zindî bibe çar pakêtên krediyê yên dixin rewacê

Di çarçoveya piştevaniya bo kirîna xanî da wê ji bo xaniyên nû û yên carek hatine bikaranîn heta 12 mehan ku bikaribin nedin û bi qasî 15 salan wê kredî bê dayîn û rêjeya faîzê jî ji sedî 0,64 be.

Ji bo sazî û kesên ku wê wesayîtên xususî û ticarî yên destê duyem bistînin ji sedî 0,82 rêjeya faîzê va wê krediya wesayîtan bê dayîn.

Di çarçoveya piştgiriya malan da seba malên sifir û destê 1emîn 15 meh bi wede û mehê ji sedî 0,64 bi faîz va kredî wê were dayîn û dayîna texsîtan herî zêde 12 meh şûnda wê dest pê bike. 

Ji bo şirketên hilberîna xwemalî dikin û dixwazin wesayîtên nû an jî yên ticarî bikirin li gor peymana ku bi wan ra bê kirin mehane ji sedî 0,49-0,69 rêjeya faîzê va wê krediya wesayîtan bê dayîn.

Mişteriyên ku wê ji şirketên seyahatê pakêta tetîlê bikirin ra heta 10 hezar lireyan ,6 mehan bêdayîn bi 36 mehan biwede wê derfeta aboriyê bê dayîn.

Bi saziyên xwemalî yên ku mobîlya, amûrên elektronîk, eşyayên bi ceyranê yên malê, derî, pace, boya, cil û berg, cihêz û bisiklêtan çêdikin ra wê peyman bê çêkirin, ji 3 hezarî heta 30 hezarî wê kredî bê dayîn. Heta 6 mehan wê bikaribin texsîtan ranezînin deynên xwe wek texsît heta 60 mehî wê bikaribin parve bikin û faîza krediyê jî meha wê ji sedî 0,55 be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE