Ji Bankeya Navendî biryara faîzê

Lijneya Polîtîkaya Pere a Bankeya Navendî rêjeya faîzê ya îhaleya repoyê ya ku hefteyek wedeya wê heye (faîza polîtîkayê) 100 baz puan kêm kir û ji sedî 10,75an daxist 9,75an

Ji Bankeya Navendî biryara faîzê

Lijneya Polîtîkaya Pere (LPP) a Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) rêjeya faîzê ya îhaleya repoyê ya ku hefteyek wedeya wê heye (faîza polîtîkayê) 100 baz puan kêm kir û ji sedî 10,75an daxist 9,75an.

TCMByê li ser rêjeya faîzê daxuyanî da û wiha got:

"Lijneya Polîtîkaya Pere ya ku wê li gor planê di 19ê adarê da biciviya, ji bo nirxandina bandorên muhtemel ên vîrusa koronayê îro civiya. Geşedanên li ser nexweşiya vîrusa koronayê nêrîna mezinbûna kurewî zeîf dixe. Rîskên texmîna enflasyona dawiya salê berjêr dadixin zêde bûn. Ji bo ku kêmbûna enflasyonê bi rêya ku dihat hedefkirin ra wek hevdu bimeşe, divê tevgera polîtîkaya pereyan bi temkîn bê dewamkirin. Tesîrên kurewî yên nexweşî bi rêyên sermaye, şertên fînansê, bazirganiya derva û bihayê amûran derdixe, ji nêz va tên teqîbkirin. Ji bo tesîrên nexweşî li ser piyaseyan dike li ser aboriya Tirkiyeyê tesîrê neke domandina piyaseyên fînansê, kanalên krediyê û pereyê neqdî ya saziyan zehf girîng e. Di vê çarçoveyê da Bankeya Navendî ji bo piştgiriyê bide îstiqrara fînansê ew ê tevdîran têxe rewacê. Di çarçoveya îmkanên hazir ên wedeya nav rojê û bi şev da lîkîdîteya lazim dike ew ê were dayîn. Xêncî îhaleya repoya wedeya hefteyekê, dema lazimî çêbe dikarin hetanî 91 rojî lîkîdîteya îhaleya repoyê vekin. Ji bo bankayên piyasayê çêdikin di çarçoveya Karûbarên Piyasaya Vekirî da lîmîtên lîkîdîteyê hatin zêdekirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2020, 02:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE