Ji Bankeya Navendî der barê rêvebirina lîkîdîteyê ya lireyê Tirkiyeyê da bangewazî

Ji Bankeya Navendî der barê rêvebirina lîkîdîteyê ya lireyê Tirkiyeyê da bangewazî

Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) daxuyand ji 3yê mijdarê pê va di Piyasaya Pereyan a di Navbera Bankayan da sînora deynhildanê ya bankayan wê dakeve sifirê.

Li ser malpera înternetê ya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê der barê rêvebirina lîkîdîteyê ya lireyê Tirkiyeyê da agahî hat weşandin.

Di vê bangewaziyê da wiha hat gotin: "Di çarçoveya gavên rêvebirina lîkîdîteyê da ji 3yê Mijdara 2020an pê va sînora deynhildanê ya bankeyan ya di Piyasaya Pereyan a di Navbera Bankayan da daket sifirê. Di çarçoveya Karûbarên Piyasaya Vekirî da karên repoyê ya biwade ya şevinî ya li gor sertîfîkayên kirê yên ku cureya wê lireyê Tirkiyeyê (TL) ye û bi rêbaza kotasyonê çêdibe hat sekinandin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE