Ji bankeya navendî texmîna enflasyonê

Uysal: "Gorî texmîna me enflasyon di dawiya 2019an da wê ji sedî 13,9 be."

Ji bankeya navendî texmîna enflasyonê

Serokê Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê Murat Uysal: "Gorî texmîna me enflasyon di dawiya 2019an da wê ji sedî 13,9 be."

Uysal di "Civîna Agahdarkirinê ya Rapora Enflasyonê ya 2019-IIIyan" da axivî û texmînên xwe yên ji bona enflasyonê eşkere kir.

Serokê Bankeya Navendî Murat Uysal destnîşan kir gorî texmîna wan enflasyon di dawiya 2019an da wê ji sedî 13,9 be.

Uysal diyar kir ji bona feydeyê bidin îstiqrara fînansê wê hemû amûrên di destê xwe da baş biemilînin.

Serokê Bankeya Navendî Murat Uysal destnîşan kir gorî texmînan di dolarîzasyonê da wê piçekî din jî bikevin heyameke pozîtîf.

Murat Uysal diyar kir dema biryarên polîtîkaya pereyan didin serbixwe hereket dikin.

Serokê Bankeya Navendî Uysal destnîşan kir li Navenda Fînansê ya Stenbolê ciyê wan heye û got ku ji bona hin beşên me bar bikin Stenbolê me dest bi xebatan kir.

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE