Ji Başûrê Rojhilatê di nav çar mehan da bi 666 milyon dolarî xalîçe hatin îxrackirin 

Ji Başûrê Rojhilatê di nav çar mehan da bi 666 milyon dolarî xalîçe hatin îxrackirin 

Ji Başûrê Rojhilatê di nav çar mehan da bi 666 milyon dolarî xalîçe hatin îxrackirin 

GAZÎANTEP (AA) - Li gor daxuyaniya GAHÎBê bi serokatiya Serokê Yekîtiyê Zeynal Abidîn Kaplan civînek hat kirin, reqamên îxracatê yên di navbera çileya paşîn û nîsanê da hatin eşkerekirin û amadehiyên Fuara Xalîçe û Alavên Erdê yên Gazîentabê ya Domotexê ya ku wê di navbera 14-15ê gulanê da çêbibe, hatin nirxandin.

Kaplan got di nîsanê da 181 milyon û 283 hezar dolarî xalîçeyên bi makîneyê hatine çêkirin hatin îxrackirin û di nav 4 mehên ewil ên salê da jî tevahî 666 milyon dolarî xalîçe hatin îxrackirin.

Zeynal Abidîn Kaplan got ji sedî 70ê xalîçeyên bi makîneyê tên çêkirin yên dinyayê ji Tirkiyeyê derdikevin, dem demî pirsgirêkên kurewî tesîrê li ser wan jî dikin lê dîsa jî ew karê xwe dimeşînin.

Kaplan wiha axivî: "Ji îro pê va di nav 4 mehên ewil ên salê da tevahî 666 milyon dolarî xalîçe ji herêma me hatin îxrackirin. Li gor par kêm bûye, lê wek qadên din di qada me da jî tesîra bihayên zêde yên madeyên xam, pirsgirêkên temînkirinê û bihayê konteyneran, şerê di navbera Rûsya-Ukraynayê da li ser me jî çêdibe. Em hêvî dikin em ê vê bazara xwe biparêzin û derfetên kar yên mezintir jî bi dest bixin. Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan rojên çûyî Erebistana Siûdî ziyaret kir ku em bendê ne dîsa wek berê geşedanên erênî çêbibin."

- Ji bo 146 welatan îxracat tê kirin

Kaplan got ji herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di nav 12 mehên dawîn da ji bo 146 welatan îxracat tê kirin ku para herî mezin welatên Amerîkî ne.

Kaplan wiha axivî: "Di nîsanê da ji bo welatên Amerîkî bi 77 milyon û 576 hezar dolarî xalîçeyên bi makîneyê hatine çêkirin hatin îxrackirin. Di nav çar mehan da jî me bi 249 milyon û 425 hezar dolarî xalîçeyên bi makîneyê hatine çêkirin îxrac kir. Ji bo welatên Rojhilata Navîn jî di nîsanê da bi 30 milyon û 276 hezar dolarî, di nav çar mehan da jî bi 122 milyon û 814 hezar dolarî îxracat hat kirin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE