Ji Başûrê Rojhilatê par 11,7 milyar dolar îxracat hat kirin

Ji Başûrê Rojhilatê par 11,7 milyar dolar îxracat hat kirin

Şirketên endamê Yekîtiya Îxracatvanên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB) di sala 2021î da 11 milyar û 717 milyon dolar îxracat kirin.

Serokê GAÎBê Fîkret Kîlecî daxuyand îxracata meha çileya pêşîn li gor heman mehê ya par ji sedî 9,1 zêde çêbû û ji herêmê milyarek û 119 milyon û 787 hezar dolar îxracat hat kirin.

Kîlecî got îxracata herî zêde di meha çileya pêşîn da çêbû û wiha dewam kir: "Îxracata herêma me ya 2021î îsal li gor par ji sedî 26,4 zêde bû û bi 11 milyar û 717 milyon dolarî va di dîrokê da gihîşt îxracata herî zêde ya heta niha hatiye kirin. Em bi vê rêjeyê bi serbilindî dikevin sala 2022yan."

Kîlecî got li herêmê par 116 şirketan cara ewil ber û berhem îxrac kirine, ew ji 198 welatan ra îxracatê dikin û wiha axivî: "Ji sedî 38,4an va herî zêde ji welatên Rojhilata Navîn ra îxracat hat kirin. Paşê ji rêzê va ji Iraq, Amerîka, Sûriye, Îngiltere, Îtalya û Almanyayê ra îxracat hat kirin. Ji hêla tiştên hatin îxrackirinê va jî herî zêde xalîçeyên makîneyê, ta, qûmaş, cureyên pasteyan hatin îxrackirin. Ji Gazîentab 10 milyar û 92 milyon dolar îxracat hat kirin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE