Ji bêdera îsal a li Deşta Mêrdînê milyon û 500 hezar ton genim tê payîn

Ji bêdera îsal a li Deşta Mêrdînê milyon û 500 hezar ton genim tê payîn

Li bêdera îsal a li Deşta Mêrdînêpayîn ku milyon û 500 hezar ton genim bê rakirin.

Cotkarên li bajarê Mêrdînê ji bêdera îsal hêvîdar in.

Navenda Bazirganiya Dexl û Dan a li navçeya Qiziltepeyê, qadên mezadê, embar, sîlo û makîneyên paleyiyê ji niha va hatine amadekirin. Li zeviyên avî bêder wê di nav hefteyekê da dest pê bike.

Li bajarê Mêrdînê par milyonek û 200 hezar ton genim hat rakirin û tê payîn rekolteya îsal milyonek û 500 hezar ton be.

Serokê Navenda Bazirganiya Dexl û Dan ya Qiziltepeyê Mehmet Şerîf Oter daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku zeviyên Deşta Mêrdînê ya sînorên wê ji navçeya Qiziltepeyê bigir heta yên Artûklû, Dêrik û Nisêbînê dewam dike bi tevahî ji 3 milyon dekarî pêk tê.

Di berdewamiya axaftina xwe da Oter got ku cotkar li gorî derfetên xwe zeviyan av didin û ji sedî 70yê zeviyên li Deşta Mêrdînê avî ne û wiha domand: "Par jî li zeviyên avî bêder hat kirin. Îsal em gelek hêvîdar in. Heta adarê baran barî. Ji bo deverên bêav di meha nîsanê da barana hewce dikir nebarî lê em gorî sala par îsal zêdetir hêvîdar in. Înşeallah heke pirsgirêkek çênebe ji bêdera îsal hêvîdar in. Par li Deşta Mêrdînê milyon û 200 hezar ton genim hat rakirin û îsal jî milyon û 500 hezar ton tê payîn."

Oter ragihand ku genimê Mêrdînê bi qelîteye û ji çar aliyê welêt ra tê şandin û heke projeya GAPê temam bibe zeviyên li Deşta Mêrdîn û bajarên der û dorê wê zêdetir bi xêr û bereket bin.

Ji esnafan Salih Demir û ji cotkaran jî Remzî Tekîn û Tacîdîn Deniz jî daxuyanî dan û gotin ku wan amadehiyên bêderê temam kirine û li bendê ne makîneyên paleyiyê dest bi kar bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE