Ji bo aboriyê tevdîrên Kovîd-19ê wê werin eşkerekirin

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Ji bo ku piyase bikaribin xwe bigihînin lîkîdîteyê tevdîr hatin hildan û tên hildan. Ji bo sektoran tevdîr wê werin hildan û piştgirî wê were dayîn"

Ji bo aboriyê tevdîrên Kovîd-19ê wê werin eşkerekirin

Wezîrê Xazîne û Darayiyê Berat Albayrak diyar kir, ji bo şewba koronavîrusa nû (Kovîd-19) seba piyase bikaribin xwe bigihînin lîkîdîteyê tevdîr hatin hildan û tên hildan û wiha dewam kir: "Sektorên ku herî zêde tesîr li ser wan çêbûne di serî da, ji bo sektoran tevdîr wê werin hildan û piştgirî wê were dayîn."

Albayrak li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser tevdîrên ku wê seba şewba Kovîd-19ê di aboriyê da werin hildan, daxuyanî da.

Albayrak destnîşan kir, çawa ku koronavîrus pirsgirêkeke kurewî ye, bandorên wê yên aborî jî pirsgirêkeke kurewî ye, lê têkoşîn neteweyî ye.

Albayrak wiha got: "Welatê me li hemberî turbulanseke kurewî ji her carê zêdetir amade û bi tevdîr e. Bira miletê me vê yekê pir baş bizanibe ku gavên wê bên avêtin qasî ekonomiya Tirkiyeyê ji bo dahatûya aboriya Tirkiyeyê û hedefên wê jî wê bibe mertaleke parastinê. Ji bo ku piyase bikaribin xwe bigihînin lîkîdîteyê tevdîr hatin hildan û tên hildan. Ji bo sektoran tevdîr wê werin hildan û piştgirî wê were dayîn. Sektorên ku herî zêde tesîr li ser wan çêbûne di serî da, ji bo sektoran tevdîr wê werin hildan û piştgirî wê were dayîn. Birêz Serokomarê me wê ji bo gavên ku wê werin avêtin wê vê hefteyê daxuyaniyê bide. Her wiha saziyên me jî wê gavên hewcedar seranserê hefteyê bavêjin. Ev tevdîr, tevdîrên dînamîk in. Pêvajo wê ji nêz va werin şopandin û heke hewce bike tevdîrên nû wê demildest têkevin dewrê."

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2020, 01:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE