Ji bo bacan amadehiya reformê tê kirin. Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak li Stenbolê beşdarî lijneya giştî ya konseya bacan bû û derbarê xebatan de agahî dan. Albayrak got xebat ji bo danûstandinên dîjîtal tê kirin û daxistinên îstisna û muafiyetê ku bi kêr nayên wê hêdî hêdî bên rakirin.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak : Ji bo aboriyê me dest bi amadehiyê kir. Di nav amadehiyan de pergala bacan jî hebû. Em ê ji bo bacan reformeke din bikin. Divê em bestekeke veguherîn û reformê amade bikin. Ji bo ku pergala bacan rehettir bibe, mewzuata bacan tevlihev nebe û adil bibe ev xebat pir girîng e. Daxistinên, muafiyet û istîsnayên ku bi kêr nayên hêdî hêdî dê bên rakin û heta mecbûrî nebe daxistin û istîsna dê neyên kirin. Bi saziyên dewletê û sektora taybet re me komên xwe yên xebatê amade kirin û me dest bi xebatê kir.