Ji bo cotkaran li ser hev mizginî

Pakdemirli: Em ê bihayê gubreya kîmyewî ji sedî 15 erzan bikin

Ji bo cotkaran li ser hev mizginî

Ji bo cotkaran li ser hev mizginî tên. Kooperatîfa krediya çandinê fiyeta gubreyê hete ji sedî 15yan daxist. Piştgiriyên pirîmê yên ji bo ceh û genim jî ji sedî sed hat zêdekirin. Wezîrê Çandin û Daristanê Bekir Pakdemirlî got, zêdebûna bihayê gubreyê spekûlatîf e. Em fîrmayên ku zem kirine dişopînin.

Kooperatifên Çandin û Krediyê wê di fiyeta gubreya kîmyewî de li gorî cinsê gubreyê heya ji sedî 15yan erzaniyê bike.

Bihayê gubreyê di navbera ji sedî 11 û nîv û 15an de hat erzankirin.

Bi vî awayî ji bo cotkaran 130 milyon lîre çavkaniya zêde pêk hat.

Mizginiya wê jî Wezîrê Çandin û Daristanê Bekir Pakdemirli da.

Wek mînak, me tona gubreya DAP’ê ji 3 hezar û 250’yî daxist 2 hezar 900î. Divê firma li gorî van fiyetan frotinê bikin da ku biha dakeve. Em li hêviyê ne hemû sektor di vê meselê de hesas bin.

Bi vê erzaniyê fiyet daket binê fiyeta piyaseyê.

Pakdemirliyî got, em rê nadin tu kesên ku çav berdanê ser heqê cotkaran.

Sedema bihabûnê him ji ber maliyetê ye him jî ji ber tevgerên bi qest û spekûlatîf in. Em firmayên ku bihayê gubreyê zêde dikin dişopînin.

Prîma piştgiriyê ya ji bo ceh û genim jî ku bi salan e eynî bû jî hat zêdekirin.

Em ê piştgiriya 5 qirûş a ku me ji bo ceh û genim dida ji sedî sed zêde bikin û sala pêş me bikin 10 qirûş.

Ofîsa Mexsulên Erdê jî wê mehsûlê di destê gel de ji wan bikire.

Ceh û genim dê li gor bihayê li cihanê bê kirîn.

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2018, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE