Ji bo Karmendên teqawîd ferqa enflasyonê

Ferqa enflasyonê ya ji bo mehaniyên bağ-kurê û karmendên teqawîd ji îro û pê ve dê bên dayîn.

Ji bo Karmendên teqawîd ferqa enflasyonê

Teqawîdan îro dest bi girtina ferqa enflasyonê kir.

Gelek merivên teqawîd li ber deriyê bankê kom bûn.

Karmendên teqawîd di navbera 1 û 5ê Çileyê de mehaniyên xwe girtibûn.

Îro jî ji bo girtina ferqa enflasyonê li ber şûbeyên banka û PTT’ê kom bûn.

BAĞ-KUR’î jî wê di navbera 25 û 28ê Çileyê de mehaniyên xwe yên zemkirî bigirin.

TEQAWÎDÊN ESNAF ÊN BAĞ-KUR’Î 147,53 LÎRE

TEQAWÎDÊN LI SER ÇANDINIYÊ 110 LÎRE

KARMENDÊN TEQAWÎD 230 LÎRE

Ji bo teqawîdên BAĞ-KUR’ê herî kêm 147 lîre û 53 qiruş, ji bo teqawîdên çandiniyê jî herî kêm dê 110 lîre ferq wê bê dayîn.

Ferqa ji bo karmendên teqawîd jî 230 lîre ye.

Bi vî awayî mehaniya herî kêm a karmendên teqawîd bû 2 hezar û 379 lîre.

Mehaniya herî kêm a ji bo esnafên teqawîd ên BAĞ-KUR’ê hezar û 690 lîre ye. Ji bo teqawîdên çandiniyê yên BAĞ-KUR’ê jî maaş bû hezar û 189 lîre.

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE