Ji bo peymanan şertê TL’yê

Peymanên kirê û kirînê dê bi pereyê Tirkiyê bên kirin

Ji bo peymanan şertê TL’yê

Ji bo peymanan şertê pereTirk hat. Hûrgiliyên verastkirinê jî diyar bûn. Heke terefên peymanê lİ hev nekin, divê li ser kura 2yê çileyê peyman bê çêkirin. Di verastkirinê de hin îstîsna jî hene.

Peymana kirê û kirîna xanî, kargeh û erseyan wê li ser pereyê Tirk were kirin.

Peymanên li ser dovizê jî divê bên verastkirin û alî li ser pereyê Tirk peymaneke nû çêkin.

Verastkirina Wezareta Xazîne û Maliyeyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Ji bo peymanan heyama pereyê Tirk dest pê kir.

Alî dikarin li ser TL’yê li gorî şertên xwe peymanê çêkin.

Heke di verastkirina peymanan de li hev nekin, teref dikarin peymana li ser dovîzê li gor kura 2yê Çileya 2018an çêkin.

Di nûkirina peymanan de ku piştî 2yê Çileyê hatine îmzekirin, divê teref li gorî kura wê rojê îmzeyê bikin.

Heqê tiştên din jî dê li gorî Endeksa Bihayê Berxuran yanê TUFE’yê bê nûkirin.

Di verastkirinê de hin îstîsna jî hene.

Futbolîstên biyanî yên li Tirkiyê dikarin li ser dovîzê peymanê çêkin.

Peymanên ku aliyekî wê ne Tirk be, peymanên bazirganiyê û karên li ser qezenca dovîzê jî ji îstîsnayên verastkirinê ne.

Dîroka nûkirinê: 07 Cotmeh 2018, 11:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE