Ji bo transfera xaza Iraqê welatê herî girîng Tirkiye ye

Ji bo transfera xaza Iraqê welatê herî girîng Tirkiye ye

Serokê Navenda Lêkolînê ya Stratejî û Polîtikayên Vejenê ya Tirkiyeyê (TESPAM) Oguzhan Akyener daxuyand li Iraqê ji 15 qadên xaza siruştî jê 3 heb tenê ji bo hilberînê dikarin bên bikaranîn û wiha got: "Tirkiye tekane dewlet e ku ji hêla teknîk, teknolojî, lojîstik û aboriyê va van qadan çêbike, xetên boriyan û tesîsan pêşva bibe, wan bide xebatê û ewlehiya herêmê biparêze û pêşketinê geştir bike."

Akyener der barê daxuyaniya Serokê Komîsyona Vejenê ya Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Elî Hema Salih ya ku got "HKI di 2025an da dikare xazê bifroşe Tirkiyeyê" da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Akyener got di vê rewşê da ku qeyrana vejenê dewam dike, ew ne bendê ye ku Iraq di demeke kin da xazê bide Tirkiye û Ewropayê û wiha axivî: "Her çiqas Iraq xwedî 3,5 trilyon mêtrokup rezerva xaza siruştî be jî, qismekî vê ya mezin ne pêkan e ku bi ewle û bi berdewam bê neqilkirin. Ji ber vê jî bi têra xwe veberhênan nehatine kirin û pêşva neçûye."

Akyener anî ziman li Iraqê salane ji 10 milyar mêtrokupê zêdetir xaza siruştî tê hilberîn, 20 milyar mêtrokup bi neftê va tê hilberîn û şewitandin, ji bo hewcedariya santralên xazê vediguhêzin jî 10 milyar mêtrokup xaz ji Îranê tê îtxalkirîn.

Akyener wiha dewam kir: "Li hemberî vê îtxalatê jî hewcedariya xaza siruştî ya Iraqê nayê bicihanîn. Ji vê hêlê va heke meriv lê binihêre xaza Iraqê ya belawela tê şewitandin heye lê dîsa jî welat nikare hewcedariya xwe jî bi dest bixe."

Akyener got li Iraqê bilez hewcedarî îstiqrar û ewlehiyê heye ku veberhênan bên kirin.

Akyener diyar kir ku li Iraqê ji ber gihadina merketê, tehdîdên ewlehiyê, kêmasiya lojistîkê û îxtilafên di navbera hikûmeta navendî û rêveberiya Hewlêrê da ji 15 qadên xaza siruştî bi tenê li 3 heban hilerîn dewam dike û wiha pê da çû: "Dibê Tirkiye daweta fermî ya ji Iraqê were binirxîne. Bi tenê Tirkiye dikare ji hêla teknîkî, teknolojîk, lojîstîk û aboriyê va xeta boriyan ava bike, tesîsan pêş bixe, wan bixebitîne, ewlehiya herêmê pêk bîne û pêşketinê bi lez bike."

Akyener got ku piştî pêkanîna ewlehiyê bi pêşxistina wan qadan va Iraq dikare rabe ser piyan û pirsgirêkên ceyran û vejenê werin çareserkirin û wiha axivî:

"Bi tenê qadên di kontrola rêveberiya HKIyê da werin pêşxistin jî di 10 salan da ew ê bigihêjin 40 milyar mêtrokup hilberînê. Ev jî tê wê meneyê ku hem hewcedariya navxweyî wê were dîtin hem jî îxracatê were kirin. Ji ber vê anîna xaza Iraqê ya Tirkiyeyê gelekî girîng û kêrhatî ye. Ji bo ev were kirin jî bidê pirsgirêkên wekî gihandina merketê, rewşa veberhênanê, ewlehî werin çareserkirin. Heke wisa nebe jî xeta boriyê ya Iraqa ji Îranê îtxalatê dike tune, ji ber vê jî meriv nikare li bendê be ku bêyî binesazî xazê ji Tirkiyeyê ra bişîne Ewropayê."

BOTAŞê xeta boriya xaza siruştî ya ku xazê ji bakurê Iraqê bîne Tirkiyeyê ya li herêma Şirnexê temam kiribû lêbelê ji ber referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê Tirkiyeyê û dinyayê bertek nîşan dabû û xebat hatibûn sekinandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE