Ji bo îtxalata kartolan baca gumrikê rabû

Îtxalata kartolên ku baca wan a gumrikê hat rakirin wê heta 20ê nîsanê were kirin

Ji bo îtxalata kartolan baca gumrikê rabû

Ji bo îtxalata kartolan heta 200 hezar tonî bac wê neyê standin. Îtxalata kartolên ku baca wan a gumrikê hat rakirin wê heta 20ê nîsanê were kirin.

Teblîxa li ser rakirina baca gumrikê ya kartolan a Wezareta Bazirganiyê û Biryara Serokomar a li ser mijarê di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê.

Li gor biryarê di îtxalata kartolan da heta 200 hezar tonî bac wê neyê standin û ev terîfe wê heta 20ê nîsanê dewam bike.

Rê û rêbaz û serlêdana îtxalkirina kartolan bi teblîxa Wezareta Bazirganiyê va hat kifşkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE