Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan, "Ji bona hilberînerên xwemalî û navneteweyî şert û mercên baş ava bikin em ê reformên bingehîn bikin."
Elvan li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê der barê budçeya 2021an ya Wezareta Xezîne û Darayiyê û saziyên eleqedar da pêşkêşî kir.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Elvan destnîşan kir li gor texmîna wan wê bixwevahatina di serfkarî, veberhênan û îxracatê da bandoreke pozîtîf li pêşketinê bike û pêşketina di sala 2020î da ji sedî 0,3 be û got ku ji bona hilberînerên xwemalî û navneteweyî şert û mercên baş ava bikin em ê reformên bingehîn bikin.
Elvan diyar kir ji bona bandorên neyînî yên Kovîd-19ê ji holê bên rakirin dayîna bacê ya bi 29,4 milyar lireyî û dayîna prîmên ewlehiya civakî ya bi 40 milyar lireyî taloq kirine.
Lutfî Elvan got ku em ê bi polîtîkayên aboriyê yên zelal, bipêşbînî û biîstiqrar prîma rîskê ya welêt kêm bikin.
AA