Ji Herêma Başûrê Rojhilatê bi 2,7 milyar dolarî dexl û beqliyat hat îxrackirin

Ji Herêma Başûrê Rojhilatê bi 2,7 milyar dolarî dexl û beqliyat hat îxrackirin

Serokê Lijneya Bazara Sektora Dexl Beqliyat Tovên Tewaş û Memûlan a Meclisa Îxracatkaran a Tirkiyeyê Mahsum Altunkaya diyar kir ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di nav 11 mehî da bi bergîdana 2 milyar û 667 milyon û 780 hezar dolarî îxracat hat kirin.

Altunkaya daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku ji herêmê di meha mijdarê da bi bergîdana 306 milyon û 129 hezar dolarî va îxracata dexl û beqliyatê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji herêmê di nav 11 mehan da ji 172 welatan ra dexl û dehn û memûl hatine şandin.

Di daxuyaniya xwe da Altunkaya ragihand ku îxracata îsal li gor heman heyama par ji sedî 30,6 zêde bû. Ji deverên îxracat ber wê va hat kirin Rojhilata Navîn di rêza ewil da welatên Afrîkayê di rêza duyemîn û yên Amerîkayê jî di rêza sêyemîn da cî girt.

Di nav welatên herî zêde îxracata dexl û beqliyatê hat kirin da Iraq di rêza ewil da Sûriye di rêza duyemîn da û Îranê jî di rêza sêyemîn da cî girtin.

Hat gotin ku ji îxrackirina dexl û beqliyatê dahata herî zêde 535 milyon û 803 hezar dolarî va ji meqerneyê hat qezenckirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE