Bi piştgiriya ku ji Ajansa Piştgiriyê ya Herêma Serhedê girt, karê xwe mezin kir û niha jî amûrên çandiniyê îxracî derwelêt dikin. Bi saya vê kargehê 20 mal debara xwe dikin.
Karsaz Ezîz Halîfeoğlu ev 25 sal in li Milazgira Mûşê amûrên çandiniyê çêdike.
Di destpêkê de dikaneke wî ya biçûk hebûye.
Lê piştî ku ji Ajansa Piştgiriyê hîbe girtiye karê xwe mezin kiriye.
Dikkana ku bi 2 kesan didan şixulandin, îro ji bo 20 kesan riya qezencê ye.
Amûrên ku li vir tên çêkirin îxracî Îran, Iraq, Nahcivan û Azarbaycanê jî dikin.