Li Tirkiyeyê dahata par ji otorê û pireyan hat bidestxistin li gor salek berê ji sedî 23,3 zêde bû û bû milyarek û 798 milyon û 738 hezar û 189 lîre.
Li gor daneyên Midûriya Giştî ya Rêbejayê par di meha çileya pêşîn da 34 milyon û 960 hezar û 271 wesayît ji otorê û pireyan derbas bûn. Ji van wesayîtan 150 milyon û 876 hezar û 635 lire dahat hat bidestxistin.
Par 118 milyon û 202 hezar û 658 wesayît ji Pireyên Fatih Sultan Mehmet û Şehîdên 15ê Tîrmehê yên li Stenbolê derbas bûn. Ji van wesayîtan 464 milyon û 286 hezar û 899 lire hat hildan.
Di heman heyamê da 345 milyon û 238 hezar û 894 wesayît ji otorêyan derbas bûn. Ji van wesayîtan jî milyarek û 334 milyon û 451 hezar û 290 lire pere hat qezenckirin.
Bi vî awayî dahata di 2018an da ji otorê û pireyan hat bidestxistin li gor salek berê ji sedî 23,3 zêde bû û bû milyarek û 798 milyon û 738 hezar û 189 lîre.
Di sala 2017an da ev dahat milyarek û 458 milyon û 77 hezar û 513 lire bû.
AA