Ji qeysiyên Îdirê 44 hezar ton rekolte tê pêşbînîkirin

Ji qeysiyên Îdirê 44 hezar ton rekolte tê pêşbînîkirin

Li Îdira ku bi xaka wê ya bibereket û avûhewaya wê ya mîkroklîma va gelek sebze û meywe lê hêşîn dibe, ji qeysiyên wê yên xwedî nîşana coxrafî îsal 44 hezar ton rekolte tê pêşbînîkirin.

Qeysiyên Îdirê yên rengvekirî û hinekî hişk, bi girbûn û her wiha tam û armomaya xwe va balê dikişîne.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Îdirê Ozkan Yolcu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, qeysiyên tên hilberîn wekî qeysiyên ser sifreyan tên tercihkirin û her wiha li seranserî welêt eleqeyê dibînin.

Yolcu got, ji qeysiyên Îdirê yên di sala 2018an da nîşana coxrafî sitandin, hersal reqamên hilberînê zêde dibin û wiha dewam kir, "Parêzgeha me di warê qeysiyên li ser sifreyan da xwekî ciyekî baş e. Em îsal der dora 43 an jî 44 hezar tonî da hilberînê pêşbînî dikin. Em her sal ji bo danasîna qeysiyên Îdirê gelek çalakiyan dikin."

Yolcu der heqê reqamên îxracata qeysiyan da jî wiha got, "Di sala 2021ê da îxracat 5 hezar ton bû, di sala 2022yan da em dikarin behsa îxracata 15 hezar tonî bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE