Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da dê ji bo 10 hezar malbatên ku kar û dahata wan nemaye alîkariya neqdî, ji bo 10 hezar malbatî jî dê alîkariya civakî û pakêta tenduristî û paqijiyê bide.
Waliyê Diyarbekirê û Wekilê Şaredarê Bajarê Mezin Hasan Basrî Guzeloglu ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û diyar kir bawer dike ku ev rojên dijwar ên ku ji ber vîrusa koronayê derketiye xilas bibin.
Guzeloglu ragihand ku weş Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe didomînin û got ku "Şaredarî yên gel in. Ji bo xizmeta gel û çareseriya pirsgirêkên wan hene. Me di van rojên dijwar da ji bo birayên xwe yên ku ji ber şewba vîrusa koronayê dahat û karê wan ji dest çû pakêta alîkariya civakî amade kir. Em wek Şaredariya Bajarê Mezin pakêta alîkariya xurekê ya mehane ya ku me bi awayekî rêk û pêk dida malbatan ji 5 hezarî derxist 10 hezar malbatî."
Guzeloglu behs kir ku piştgiriya wan a ji bo malbatên ku dê pakêta alîkariya civakî bidinê dê dewam bikin û ragihand ku dê bi awayekî rêk û pêk 10 hezar pakêtên tenduristî û paqijiyê belav bikin.
Guzeloglu di parvekirina xwe da ev gotin:
"Em dê wek Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di vê pêvajoya ku diqewime da ji bo 10 hezar malbatên ku kar û dahata wan nemaye û ji hêla weqfên navçeyên me va bên diyarkirin dê her meh 1000 lire alîkariya neqdî bidin. Em ê bi vî awayî piştgirî bidin van malbatan. Ez bangî herkesê dikim ku di atmosfera van sê mehiyên mibarek da bila hesas bin, destê xwe dirêjî destteng û zehmetiyê dikşînin bikin û tiştên destê xwe da parve bikin."