Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfi Elvan diyar kir ku ji sedî 57ê mezinbûna çaryeka duyem a salê ji veberhênanan û her wiha taleba derva hat û wiha dewam kir, "Ji bo mezinbûneke mayînde û berfireh, enflasyona kêm, îstiqrara kurê û derfeta pêşbîniyê pir krîtîk in. Em hewl didin, mezinbûnekê tomar bikin da ku derfeta pêkanîna edaleta hevsengiya dahatê pêkan be."
Wezîr Elvan di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da amarên mezinbûnê yên çaryeka duyem a salê yên ku ji hêla TUÎKê hatin ragihandin, nirxand.
Elvan wiha got, "Ji sedî 57ê mezinbûna çaryeka duyem ji veberhênanan û her wiha taleba derva hat. Ji bo mezinbûneke mayînde û berfireh, enflasyona kêm, îstiqrara kurê û derfeta pêşbîniyê pir krîtîk in. Em hewl didin, mezinbûnekê tomar bikin da ku derfeta pêkanîna edaleta hevsengiya dahatê pêkan be."AA