Ji sedî 85,2yê nexwendiyan jin in

Li Tirkiyeyê di 10 salên dawîn da rêjeya jinên xwendin û nivsandinê nizanin ji sedî 14,7an dakete ji sedî 6,1ê

Ji sedî 85,2yê nexwendiyan jin in

Li Tirkiyeyê di 10 salên dawîn da rêjeya jinên xwendin û nivsandinê nizanin ji sedî 14,7an dakete ji sedî 6,1ê, ji par pê va 2 milyon û 197 hezar û 257 kesên xwendin û nivîsandinê nizanin û ji sedî 85,2yê van ji jinan pêk tê.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji daneyên Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) berhev kir, di navbera salên 2009-2018an da rêjeya kesên emrê wan ji 15 salî mezintir in û xwendin û nivîsandinê nizanin li gor serjimara welêt ji 9,2yan dakete ji sedî 3,6an. Di heman demê da rêjeya mêrên xwendin û nivîsandinê nizanin ji sedî 3,6an dakete ji sedî 1,1ê, rêjeya jinên xwendin û nivîsandinê nizanin jî ji sedî 14,7an dakete ji sedî 6,1î. Di sala 2009an da rêjeya jinên xwendin û nivîsandin nizanibûn li gor ya welêt ji sedî 80,4 bû, di sala 2018an da ev rêje derkete ji sedî 85,2yan û ev jî tiştekî balkêş e. Par 2 milyon û 197 hezar û 257 kesên ku xwendin û nivîsandin nizanibûn hebûn, ji wan milyonek û 872 hezar 141 kes jin bûn.

Dîsa di vê heyamê da di nav jinên emrê wan ji 25 salî mezintir da rêjeya jinên dibistana seretayî xwendine ji sedî 44,3yan dakete ji sedî 30,6an, rêjeya jinên dibistana navîn xwendine 2 puan zêde bû û derkete ji sedî 7,2yan. Rêjeya jinên lîse xwendine jî 3,8 puan zêde bû derkete ji sedî 16,4an. Rêjeya jinên zanîngeh xwendine jî 8 puan zêde bû ji sedî 7,3yan derkete ji sedî 15,3yan.

Di 10 salên dawîn da rêjeya jinên lîsansa bilind xwendine ji sedî 0,5an derkete ji sedî 1,7an, rêjeya jinên doktora xwendine ji sedî 0,2yan derkete ji sedî 0,3yan.

Li Tirkiyeyê di navbera salên 2009 û 2018an da daneyên serjimara xwendin û nivîsandinê li gor cinsiyetan wiha ye:

2009 2018
Tevahî 53.550.830 61.844.096
Xwendin û nivîsandinê dizanin 45.942.369 59.156.007
Xwendin û nivîsandinê nizanin 4.645.638 2.197.257
Ya nayê zanîn 2.962.823 490.832
Mêr
Xwendin û nivîsandinê dizanin 24.175.728 30.257.344
Xwendin û nivîsandinê nizanin 908.628 325.116
Ya nayê zanîn 1.626.257 231.842
Jin
Xwendin û nivîsandinê dizanin 21.766.641 28.898.663
Xwendin û nivîsandinê nizanin 3.737.010 1.872.141
Ya nayê zanîn 1.336.566 258.990
Ji sedî Ji sedî
Tevahî Xwendin û nivîsandinê dizanin 90,8 96,4
Xwendin û nivîsandinê nizanin 9,2 3,6
Mêr Xwendin û nivîsandinê dizanin 96,4 98,9
Xwendin û nivîsandinê nizanin 3,6 1,1
Jin Xwendin û nivîsandinê dizanin 85,3 93,9
Xwendin û nivîsandinê nizanin 14,7 6,1

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Hezîran 2019, 19:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE