Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, derbarê daxwaza zêde ya ji bo îxraca tehwîlê de axivî.
Albayrak got: “Daxwazeke wisa, pêbaweriyê dide veberdêran ku ew, bi xurtbûna aboriya Tirkiyê û tevdîr û polîtîkayên ku tên meşdandin bawer dikin.
Albayrak ragihand ku, ji bo îxrackirineke bi qasî 2 milyarî, 3 qat zêde daxwaz hatiye kirin ku ev jî nîşian dide piyase û veberdêr bi sexlembûna pergala aboriya Tirkiyê bawer in.
Wezîr Albayrak di bernameya Aboriyê ya nû de jî got: “Gavên ku hatin avêtin û tevdîrên ku hatin girtin, ji aliyê piyaseyên navneteweyî jî gelekî hat ecibandin.
Her wiha wezîr Berat Albayrak diyar kir ; “Polîtîkayên ku di Bernameya Aboriyê ya Nû de cih digirin, her ku bikevin rewacê, wê piyaseyên kurewî jî bi Tirkiyeyê bawer bikin.