Bacên Nîsan, Gulan û Hezîranê yên muxtasar û KDV’ê 6 mehan hatin taloqkirin. Sektor û kargehên ku wê ji vê rewşê îstifade bikin jî hatin eşkerekeirin.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak derbarê mijarê de daxuyanî da.
Albayrak ragihand ku, şert û mercên heyî li ser hin sektor û kargehan tesîreke xirab çêkiriye.
Bi saya teblîxa ku hat amadekirin, ev sektor û kargeh hatin tespîtkirin.
Li gorî vê navendên Danûstandinê, pîşesazî, otomotîv, sînema, xurek, înşeat û sektora otelan wê ji taloqkirina bacê îstifade bikin.
Her wiha milyonek û 900 hezar kesên ku bacê didin jî wê di vê çarçoveyê de ji hêsankirina razandina bacê îstifade bikin.
Dayîna bacên Muxtasar û KDV’ê yên Nîsan, Gulan û Hezîranê ji bo 6 mehan hatin taloqkirin.
Ji xeynî vê, bacên mukellefên bacê ku emrê wan 65 û jê mezintir e û ji ber qedexeyê nikarin derkevin derve jî heta qedexe xilas bibe hat taloqkirin.